Barzanî xwazyarê bihêzkirina hêza Pêşmergê Kurdistanê ye

14:20 - 1 Gulan 2012
Kurdpa: Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi armanca pêşî girtina ji her êrşeke derekî xwazyarê bihêzkirina hêza pêşmerge ye.

Li gorî malpera Nehîn Nêt, Mesûd Barzanî li hevdîtina bi balyozê Erebistana Seûdî re ew mijar bas kir, û hêviya baştirkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir.

Nûnerê Erebistana Seûdî derbarê şêweya berbirûbûna bi hikumeta nawendiya Îraqê re, û piştevaniya ji hêza pêşmergê Kurdistanê û bihêzkirina wan bi serokê herêmê re axivî.

Her di vê derheqê de berpirsyareke bereya dewleta yasa, ragehandiye ku herêma Kurdistanê divêt çekên giran radestî hikumeta nawendî bike. Lê cihgirê wezîrê pêşmerge ew daxwaza wan ret kir.