Barzanî li gel partiyên Kurd yên Sûriyê civiya

13:56 - 29 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: li Selahedînê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel nûner û sekreterên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê civiya.

Di civînê de behsa rewşa siyasî û pêşketinên dawî yên li Rojavaê Kurdistanê hate kirin . her weha nûnerên partiyên Kurd yên Sûriyê daxwaz ji serokê Barzanî kirin ku serpereştiya çareserkirina kêşeyên wan bike û Kurdistana Sûriyê ji hereşeyan biparêze.

Her di wê civînê de Serokê Herêmê ji hemû aliyên Kurdî yên Sûriyê xwest ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û rawengehekî stratejî bo pêşeroja Kurdistanê Sûriyê ava bikin.

Serok Barzanî got: \"Eger aliyên siyasî dîtinên xwe yên cuda di hindek babetan de hebe jî tu kêşe tune ye giring ewe ku di warê stratejî hemû alî yek armanca wan hebe ew jî serxistina daxwazên rewa yê gelê Kurd li Sûriyê be.\"

Di beşekî din ya civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî cext li wê yekê kir ku heya dirustbûna seqamgîriyê û hilbijartinên azad li Kurdistana Sûriyê tu aliyên siyasî mafê xwe nîne ku bi mentiqê hêzê xwe bi ser gel de bisepîne.

Di dawiya civînê de Serok Barzanî beşdarvanên civînê dilniya kirine ku Herêma Kurdistanê amade ye di hemû waran de alîkariya xwîşk û birayên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike.