Barzanî; “Kurdên Sûriyê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin”

14:47 - 21 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Serok Barzanî derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de got; “Kurdên Sûriyê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin, hîç mebesteke wan bo dagîrkirina desthilatê nîne û dizanin ku mafê hemû xelkê Sûriyê ye çarenivîsa xwe diyar bikin.

” Barzanî ragehand ku bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî alîkariyeke baş jî bo gelên Sûriyê şandine û dê li ser vê hevkarîkirina koçberên Sûriyê jî berdewam bin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel Rojnameya Kuwait Times tekez kir ku peywendiya navbera Kuwêt û Herêma Kurdistanê peywendiyeke dîrokî ye û got: ‘’Serkirdeyên Kurd herdem li dijî kirdarên xelet ên hikûmeta berê ya İraqê bûn ku êrîşî Kuwêtê kir.’’ Barzanî wiha dibêje: ‘’Peywendiya navbera me û Kuwêtê peywendiyeke gelekî bihêz e û di navbera me de gelek tiştên hevbeş hene, wek mînak berê miletê me û Kuwêtê ji aliyê rejîma Baasê ve hatine asîmlekirin û zilm li wan hatiye kirin, xelkê Kurdistanê nêzîka 30 salî ji aliyê rejîmê ve hatiye asîmlekirin bê çawa dema Kuwêt hat dagîrkirin ji aliyê rejîma berê ya İraqê ve hat asîmlekirin-çewsandin.

’’ Serok Barzanî bibîrxist ku dema di sala 1960-ê de serokê wê demê yê İraqê Ebdulkerîm Qasim li beramberî Kuwêt xeletî kir, Mele Mistefa Barzanî bi hemû awayekî dijî wê kirdarê rawestiya ye û wiha axifî: ‘’Herwext hest bi wê yekê dikim ku gelekî nêzîkê siyasetmedar û karbidestên Kuwêtê me. Daxwaza me bihêzkirin û qayîmkirina peywendiyên navbera herdu miletan e û geşta rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û Kuwêtê de hebe.’’ Derbarê xweşkirina zemîneke baş bo veberhênerên biyanî jî, Serokê Herêma Kurdistanê got: ‘’Yasaya veberhênanê ya Kurdistanê yek ji baştirîn yasayên veberhênanê yên cîhanê ye.’’ Deheqê bizavên Îslamî yên Kurdistanê de jî Barzanî wiha dibêje: ‘’Li Kurdistanê aliyên Îslamî hene û li gor amarên dawî rêjeya wan ji sedî 16 derbas nake, bi azadî kar dikin û rê li ber wan nayê girtin, di çarçoveya yasayan de pêbendê.

Barzanî derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de jî wiha axifî: ‘’Kurdên Sûriyê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin, hîç mebesteke wan bo dagîrkirina desthilatê nîne û dizanin ku mafê hemû xelkê Sûriyê ye çarenivîsa xwe diyar bikin. Herwiha me bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî alîkariyeke baş jî bo gelên Sûriyê şandiye û em ê li ser hevkarîkirina koçberên Sûriyê.jî berdewam bin.’’ Barzanî qala wê yekê jî kir ku çend caran Encûmena Niştimanî ya Sûriyê daxwaz ji wan kiriye ku ew destê xwe bixin kêşaya Sûriyê lê belê wan red kiriye. Barzanî balê dikşîne ser rewşa İraqê jî û wiha dibêje: ‘’İraq di krîzekê re derbas dibe û divê hemû alî pêbendê destûrê bin û nehêlin İraq ber bi karesateke pêşbînînekirî de here, wê demê em dikarin çareseriyekî ji pirsgirêkan re bibînin û ji vê krîzê rizgar bibin. Herwiha em bi hemû awayekî û pir bi dil piştgiriya xwepêşanderên Enbar û her bajarekî din dikin ku daxwaza pêbendbûna bi destûrê ve dikin û em rê nadin grubên terorîst û Qaîde mijarê bo berjewendiyên xwe bikar bînin.’’