Barzanî îro ligel partiyên her çar parçeyên Kurdistanê dicive

15:55 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Îro civîna partî û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Hewlêrê tê lidarxistin. Biryar e di civînê de komîteya amadekar ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî bê pêkanîn.

Derbarê civînê de çavkaniyekê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Basnewsê re got: ‘’Îro civîna partî û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê bi serpereştiya Barzanî tê lidarxsitin. Niha nûnerên piraniya partiyên kurdan gehiştine Hewlêrê û di civînê wê li ser lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê gotûbêj bên kirin.’’

Heman çavkaniyê da zanîn ku biryar e di civînê de komîteya amadekar ji bo kongreya neteweyî bê pêkanîn daku di dema pêşde haziriyê bika ka kengî û di çi wextî de kongre bê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo pêkanîna ”komîteya amadekar” a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî berî çend rojan dawetname ji hêzên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê re şandibû û biryar e kongre bi xwe jî di demekê nêzîk de li Hewlêrê bê lidarxsitin.

Hêjayê gotinê ye ev çend sal dibe behsa girêdana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî tê kirin. Li Herêma Kurdistanê û berî wê jî çend kongreyên neteweyî yên kurdî li ser asta ciwan, rewşenbîr û rojnamevanan hatin lidarxistin lê tu encam ji wan derneketibû.
basnews