Barzanî; “Hêvîdarim Newroza îsal bibê sedema pêkanîna hêviyên gelê me”

14:15 - 23 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi boneya hatina cejna Newroz û serê sala nû ya Kurdî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê weha ye;
 
Bi navê xwedayê bexşînde û dilovan

Ji bo hatina cejna neteweyiya Newroz û serê sala nû ya Kurdî germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ve û wan hemû neteweyên cîhanê dikim ku weku Kurdistaniyan vê cejnê bilind radigrin. Hêvîdarim hemû sal û hemû demên we bi xweşî û şadî û bextewerî bê.

Newroz ji bo gelê Kurd wate û peyama xwe ya taybetî heye. Bi dirêjahiya dîrokê ve Newroz xala werçerxanê li jiyana gelê Kurd da dirust kiriye. Ji bilî li hatina bihar û zîndîbûna sirûşt û xwezayê, Newroz ji bo me hilgirê peyama jiyan û hêviyan û azadîxwazî û rûbirûbûna zulm û zordariyê ye. Zêdetirê serkeftin, xweşî û nexweşiyên gelê Kurd li Newrozê da rû daye û dîroka me nexşandiye û nîşaneyekî eweye zêdetirê 2700 sale Kurd zulmê qebûl nekiriye û niha jî ne gengaze qebûl bike.

Cejna Newroz herdem bîranîna rûxana neyarên gelê me û mîzgîniya destpêka jiyanekî geş û pir hêviyê bi me dibexşê. Her bi vê helkeftê da û li bîranîna bîst û du saliya azadkirina bajarê Kerkûkê da pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û rûniştvanên serbilindên bajarê Kerkûkê dikim. Hilatina roja azadiyê li newroza 1991 ê Kerkûkê da Newroz wateyekî kûrtir bexşiye û edebiyata neteweyî û siyasiya me dewlemendtir kir û selmand ku Kerkûk û Newroz û Kurdistan qet ji hev venaqetin.

Hêvîdarim Newroza îsal bibê sedema pêkanîna hêviyên gelê me û li hemû cîhanê da nemana zulm û sîtem û berqerarbûna aştî û tebayiyê. Carekî din pîrozbahiya cejna Newrozê li hemû welatiyên Kurdistanê dikim. Hêvîdarim cejnekî aram û bextewer bi ser bibin û bi paqij ragirtina jîngeh û sirûşt û xwezayê, evîn û hezkirina xwe ji bo xweşikiya welatê me dûpat bikin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.03.2013