Barzanî: Çima bi eşkere nabêjin em destûr naxwazin?

13:35 - 5 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Facebooka xwe ya taybet de peyamek belav kiriye ev naveroka wê ye.

Ev demeke dirêje partî û aliyê siyasiyan li daxuyanî û ragihandinên xwe de wiha nîşan didin ku li ser meseleya destûr bi niyaza sazana nîştîmanîne û ji bo yekalîkirina babeta projeya destûr heta niha tiştek nehatiye kirin û tu tiştekî ronahî nexistine rû. Dibe ku babetekî girîngê wekî destûr tenê ji bo yariya siyasî bikarbînin, neku xema paşaroja welat û jiyana nifş û jilên nû bin.

Pirsiyar eweye eger ew daxwaza wan niye saz bikin, çima bi eşkere nabêjin em destûr naxwazin? Eger birastî xwazyarê ewene welatê me bibê xwedî destûr, çima vê babetê yekalî nakin, nêrîneke rûn û hingaveke kirdarî di derbarê destûrê de nîşan nadin? Eger tiştek di vî derbarî de nebêjin, çima rêgirin li ber wê yekê ku gel yekalî bike? yan ew sazên ku behs dikin kerembikin bikin, yan divê gel biryara xwe bide û gel jî wê her biryarê dide.