Barzanî: Baştirîn Çareser bo Kerkûk û Deverên Kurdistanî Refrandome

14:54 - 11 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Îro Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Donî Goêx Balyozê Fransa li Iraqa Federal û Alan Gîpxat Konsolê Fransa li Herêma Kurdistanê kir.

Di evê dîdarê de serok Barzanî ragihand, ku danîştin û diyaloga navbera alîyan û gihîjtin bi rêkevtinên tişteke başe, lê bi mercekê ku bikevne warê cîbicîkirinê. Barzanî herwisa di bareya çarenîva Kerkûkê û deverên dinên Kurdistanê de jî got, ku baştirîn çareser di destûrê de ye û cîbicîkirina her sê qonaxên asayîkirin, serhejmarî û refrandomê ye. 

Berî nîvroya îro duşembe 10/06/2013 rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li pêşwaziya Donî Goêx Balyozê Fransa li Iraqa Federal û Alan Gîpxat Konsolê Fransa li Herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka hevdîtinê de Balyozê Fransa xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û sosretiya xwe jî ji bo xweşikî û sirûşta Kurdistanê nîşan da û her wiha balkişand li ser wê yekê ku her carê serdana Kurdistanê dike guhertin û avadankirinên ber bi çav û nû dibîne. Di beşekî dinê hevdîtinê de Balyozê Fransa daxwaz ji Serok Barzanî kir behsa dîtin û nêrîna xwe û siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê guhertinên navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêm û Bexdadê bike.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina Balyozê Fransayê kir û di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexdadê de nêrînên xwe anî ziman û got: \"Hevdîtin û diyaloga di navbera aliyan û gihîştina rêkkeftinê babetekî başe, lê belê bi mercek ku hemû rêkkeftin bixin warê bi cîh kirinê û neyên ji bîr kirin\". Her wiha di derbarê çarenivîsa Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku baştirîn çareserî li destûrê da hatiye diyar kirin ku ji qonaxên asayîkirin û serjimêrî û referandumê pêkhatiye.

Pêvajoya Surîyee û rewşa jiyana koçberên Surîyee, mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî gileyiya wê yekê kir ku civaka navdewletî û rêxistina Neteweyên Yekgirtî û welatên Ewrûpî bi tu awayekî yarmetiya koçberên Surîyeên li Herêma Kurdistanê nekirine. Li vî derbarî de Balyozê Fransa axaftina Serok Barzanî piştrast kir û soz da ji bo yarmetîdana koçberên Surîyee li Herêma Kurdistanê civaka navdewletî han bide û Serok Barzanî jî ji wê yekê agahdar kir ku Hikûmeta Fransa biryar daye yarmetiyê ji bo koçberên Surîyee li Herêma Kurdistanê re bişîne.

Jêder: (PNA)