Barîna toz û xweliyê bîhna Kurdistanê çik kir

19:39 - 9 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema seqaya xirab a kurdistanê û kirîza hewayê nexweş, jiyan ji 2 parêzgehên rojhilatê Kurdistanê û zêdeyê 10 bajarên wan parêzgehan, bi pirsgirêkan re girifta bû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, dibistanên hejmarek bajarên parêzgeha Urmiyê û Îlamê bi sedema rewşa xirab a hewayê, hatin girêdan û betlane ji wan dibistanan bi awayekî femî hat ragihandin.

Îdareya Perwerde û Hînkirinê li dibistanên seretayî ên bajarên Pîranşehr , Bokan, Serdeşt, Miyaduav û Urmiyê bi awayekî fermî betlane (girêdana dibistanan) ragihand.

Bo cara yekemîn li çend salên borî de, li Mehabad a rojhilatê Kurdistanê xwelî û toz barî ku bo nexweşên riviyan, dil û jinên ducan (pêgiran) pirsgirêk afirandin.

\"24657.jpg\"
Dibistanên hejmarek bajarên parêzgehên Urmiye û Îlamê bi sedema barîna xweliyê hatin girêdan
Kirîza seqayî a ku îro danê sibehê li Serdeşta rojjhilatê kurdistanê pêk hat, pirsgirêk bo welatiyan , nemaze nexweşên kîmyawî anîn holê.

Birêveberê îdareya Jîngehparêziya Serdeşta rojhilatê Kurtdistanê peyamnêrê Îrna re raghnadibû ku belavbûna toz û xweliyê bi 1060 “mîkrogiram ”li ser metreyên 6 goşe(mokeb) gihîştiye ku 17 qat zêdetir ji haletê xwe yê normanl e.

Ji aliyekî din ve, ji başûr rojhilatê Kurdistanê hatiye ragihandin: Rewşa jiyanê li parêzgeha Îlamê dijwar e û karûbarên rojane ên hemwelatiyan bi zehmetî birê ve diçin.

Barîna toz û xweliyê li Îlama rojhilatê Kurdistanê bi awayekî tund û dijwar e ku rûyê erdê girtiye, hatin û çûyîna tirombêlan jî tenê bi hilkirina çirayên wan re dikere dimeşe.

Toz û xweliyê ji asmanê Avdanan ê Îlamê pêşîya dîtina giştî girtiye. Herwiha piraniya dibistanên bajarên Îlamê bi sedema barîna xweliyê hatine girêdan.

\"24658.jpg\"
parêzgeha Îlam bi sedema hevsînor bûn ligel Herêma Kurdistanê û Îraqê piraniya caran bi barîna xwelî û tozê re rû bi rû dibe
Ji şêniyên parêzgeha Îlamê hatiye xwestin ku di dema nexweşiyên dil û bêhn çikbûnê, demeke nêz de serdana bingehên dermanî ên parêzgehê bikin.

Firokexaneya Îlamê bi sedema rewşa xirab a seqayê, rêwitiyên xwe îbtal kir.

Pêştir “Duwîçewle ”di raportekî de sedema barîna toz û xweliyê li welatê Îranê, hişikbûna golên avê û deryayan, herwisa hevsînûr bûn ligel welatên Erebî ên deverê raghihandibû.
Barîna toz û xweliyê li welatên Erebî nemaze Îraq û Herêma Kurdistanê, di demekê de ye ku ew ligel kirîz û arîşeya dijwar ji xweliyê anku bahûza DAÎŞ re giriftar bûne.