Barîna Teyrûkê li bajarê Xoyê ziyan bi welatiyan gehand

21:55 - 12 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Seva barîna Teyrûkê li bajarê Xoyê rez û baxên welatiyan herêmê ziyan dîtin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, êwariya roja Sêşemiyê berwar 11’ê Hezîrana 2013’an li piraniya herêmên derdûra bajarê Xoyê û bi taybetî li herêma Welîesir” teyrûkê ziyan û zererek berçav bi baxên rezdaran gehand.

Li gor gotina welatiyan, teyrûkê piraniya hasila bax û rezên herêmê werandine û seva vê yekê baxdarên herêmê tûşî ziyanek berçav bûne.

Li heman demê de li encama vê teyrûkê de hin ji tirombêlên welatiyan tûşî zererê bûne.

Her wisa çend rojan beriya niha lehî û lêmiştê zirarek berçav bi hasila werzêrên herêma Urmiyê gihandibû û jinek 27’salî seva vê lehiyê canê xwe ji dest dabû.
\"13255.jpg\"

\"13256.jpg\"

\"13252.jpg\"

\"13251.jpg\"

\"13253.jpg\"