Bangkirina çalakvanekî xwendekarî bo dozgeriya Sine

19:04 - 26 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa kurdpa: Dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiay Îranê li Sine a rojhilatê kurdistanê, çalakvanekî xwendekarî ê berê bang kir.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, Mêhdî Duagû ji aliyê liqa 1 a dozgeriya Înqilab (şoriş) a Sine ve hatiye agah dar kirin ku 20 roj şûnde ser li dozgerya wî bajarî bide.

Navborî sala 2010’an dîsan ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, bi tometa beşdarbûn li rêûresma defin kirina Îbrahîm Lutfullahî, hatibû girtin û bi danîna barimte (wesîqe) ya 50 milyon Tomevî azad bibû.

\"24389.jpg\"
Mêhdî Duagû serpereştê berê yê yeketiya Demokratîk a xwendekarên kurd
Îbrahîm Ludfullahî, çalakvanê xwendekar ê Kurd û xelkê bajarê Sine li rojhilatê Kurdistanê bû ku beriya niha bi 7 salan ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatibû binçav kirin û piştî 9 rojan li zindanê jiyana xwe ji dest dabû.

Pêştir bi caran Mêhdî Duagû bi sedema doseya wî liser beşdarî kirin ji merasîma definkirina Îbrahîm Lutfullahî, bo dozgeriyê hatibû vexwendin ku heya niha jî doseya wî bi dawî nebûye.

Ew çalakvanê Kurd sala 2012’an, bi 5 sal cezayê girtinê hat mehkûm kirin û bi dûre ji aliyê dadgeha bilind ve jî hemen hukim jêre hat erê kirin.
Dozgeriya bajarê Sine a rojhilatê Kurdistanê, Mêhdî duagû bi tometa (têkdana ewlekariya Neteweyî a Îranê) mehkûm kirye û ceze ji wî biriye.