BANGA ZIMANÊ KURDÎ BI DAWÎ HAT

14:52 - 2 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Xebta Koma “Banga Zimanê Kurdî” ji bo berhevkirina wajoyan bi dawî bû.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, Duh Duşembê 1’ê Çiriya Pêşîn, Koma Banga Zimanê Kurdî li Parîsa Firansayê dawî bi karê xwe anî.

Çalakiya wê Kampeynê li her Çar parên Kurdistanê de di 15 rojan de dom kir û wê Komê a berevanî ji Zimanê Kurdî karî 477 îmze angu wajoyan ên piştgiriyê berhev bike.

Ev Kampeyn bi destên Zimannas Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan û Dr. Ebdulwehab Xalid Mûsa ji bo berevanî ji gişt zaraveyên zimanê Kurdî û hemî Alfebêyan heya cihgirtina Dewletek Kurdî li hev hatibû.

Dr. Ibrahîm seydo ji Nûçegihaniya Kurdpayê re got: Di demekî de ku xwazyarên wajokirinê gelek bûn, lê ji ber ku dema xebata Kampeynê bi dawî hatibû, navê gelek ji zimannasan jî me nekarî em bixin nava wê lîsteyê de.

Seydo zêde kir: Ev Bang weke geleleyek bi buha dê were amadekirin û di demekî nêz de wê bikeve ber destê nonertiya Herêma Kurdistanê li Fransayê.