Bang kirina xebatkarên siyasî û çandiyên Kirmanşan û Loristan bi dezgeha ewlehiyê

12:36 - 12 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li doma prosa bandor ser xebatkarên çandî û siyasiyê Kurdên şarên Kurdistaniyên Îran, li rojên borî de komik ji xebatkarên çandî û malbatên xebatkarên siyasî, bi dezgeha ewlehiyê hatin bang kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotona serekaniyik agadar, li rojên borî de 2 welatî ji xelkên şarê “ Nûr Abad”a Loristan bi navên Mohemmed Settarî û Kerîm Settarî, bi dezgeha ewlehiya vî şarî hatine bang kirin û ketine ber jêpirsînan.

Ew serekanî got jî, li midê heftiya borî de 69 kesên din ji malbatên xebatkarên siyasî yên rûniştiyê derî welat bi dezgeha ewlehiya Loristan hatine bang kirinê û tûşî lêkolîna ajanên dezgeha ewlehiyê bûne.

\"16727.jpg\"
\"Kiyûmers Emîrî Kele Cûyî\" helbestwan û nivîskarê Kurd ji xelkê Kirmanşan, bi dezgeha ewlehiya Kirmanşanê hatiye bang kirinê.
Serekanî got jî , gelempera wan kesên ku dosye jêre hatine çê kirinê, renge tûşî dadgehê jî bibin.

Ji aliyik din de nûçe gihaniya Herana weşandiye, roja 19ê Xezelwer, “ Kiyûmers Emîrî Kele Cûyî” helbestwan û nivîskarê Kurd ji xelkê Kirmanşan, bi dezgeha ewlehiya Kirmanşanê hatiye bang kirinê.

Li midê rojên borî de prosa bandora wizareta ewlehiyê ser malbatên xebatkarên siyasiyê Kurd ber bî zêdetir bûn çoye û çend roj pêş niha de, Kejal Hojeberî, jina yekik ji xebatkarên siyasiyê şarê Merîwan ku li derî welat dijî, paşî girtinê, bi dezgeha ewlehiya şarê Sinê hate raguhastinê.