Bang kirina jin û mêrik ji Kurdên xelkê Selmas bo dezgeha ewlehiyê

20:06 - 30 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: 2 welatiyên Kyrd ji xelkê dewera Selmas, ji aliyê dezgeha ewlehiya şarê Selmasê hatin bang kirin û jêpirsîn ji wan hate kirin.

Gorekî raporta ajanas nûçe gihaniya Kurdpa; Loqman Ehmedî, kurê Hewzila, tev jina xwe bi navê Mehîn, ji xelkê gundê Lîlos, ser bi şarê Selamas, bangî dezgeha ewlehiya vî şarî kirin û tûşî jêpirsînan û hereşa ajanên vê dezgehê bûne.

Ev ji û mêr, li 6ê Xakelêwe(26ê Adar, 26 March 2014) paşî hindê ku ji aliyê dezgeha ewlehiyê hatibûn bang kirin û xwe bi wê dezgehê nasandibûn, bi mibê çen saetan, bi tometa alîkarî kirin tev yekik ji partiyên Kurd, ketibûne ber jêpirsînan.

Tê gotin Loqman Ehmedî û jina vî Mehîn, heya niha bi caran bi tometa alîkarî kirin tev yekik ji partiyên Kurd, bangî sernterên êminiyê kirine û ketine ber jêpirsînan.

Her wisa li kutayiya heyva Reşema sala borî de jî 2 welatiyên din bin navên Wilayet Hisênî, ji xelkê gundê Aşnak û Kawûs Ewdila Zade, ji xelkê gundê Birûşxwaran ya şarê Selmas, ji aliyê dezgeha ewlehiyê hatibûn bang kirin û bi midê çen saetan, tûşî kutan û bêrêzî kirinê bibûn.

Wilayet Hisênî û Kawûs Ewdila Zade, bi tometa alîkarî kirin tev yekik ji partiyên Kurd, bangî dezgeha ewlehiyê kiribûn.