Bang kirina 5 çalakvanê olî bo Asayîşa Sine+Wêne

14:34 - 11 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Îdareya Asayîş (Îtilaat) a Sine a Rojhelatê Kurdistanê 5 çalakvanê olî (mezhebî) bangî wê navenda ewlekarî kirin û lêpirsîn ji wan hat kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îdareya Asayîş (Îtilaat) a bajarê Sine, di çend rojên borî de 5 welatiyên olî,endamên rêxistina (mekteb a Quran) li bajarê navbirî, bo midûriyeta Asayîş ê bang kirin.

Selahedîn Adabî , Seîd Tekiye Xwaz, Mesûd Ceiferî, Emced Mînoyî û Mihemed Hebîbî, nasnameya wan kesên vexwendî bûn ku piştî lêpirsînê hatin berdan.

\"23543.jpg\"
5 endamên bang kirî yên Mekteb a Quran ji aliyê Asayîşa Sine ve
Jêderekî agah li Sine bi ajansa Kurdpa re got: Di lêpirsînên ku ji wan hatî kirin de, qala we yekê hatibû kirin ku wan gotibû wisa diyar e şewra birêveber a (mekteba Quran )riya xwe bezir kiriye, ji ber ku amaje bi gotina Muftîzade ya ku Gotibû:“Min nekin peyker û bot” dike.

Herweha çavkaniyekî behsa vê yekê kir ku hindik ji girûpên fikî û hizrî yên Kurdistanê di hewildana derbe lêdan bi Mekteba Quranê de ne.

Vexwendina û lêpirsîna hemwelatiyên Kurd ên alîgirê Mekteb a Quranê, di demekê de ye ku wê rêxistinê berdewan ne siyasî bûna xwe îlan kiriye.