Bane؛ kolberek li ser sînorê Hengejalê birîndar bû

Roja Yekşemê 23`ê Cozerdanê, kolberekî Kurd ê bi navê “Mesûd Xizirnijad”,xelkê bajarê Bokanê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Baneyê, birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê agehdarkirina berê teqeya rasterast li wî kolberî kiribûn.

 “Mesûd Xizirnijad”, bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendin dermanî yên bajarê Baneyê hatiye veguhastin.