Bane / mirina bi şik ya vê carê keçik 13 salî berket

22:24 - 29 Nîsan 2014
Ajansa Kurdpa: bi mirina keçik 13 salî li Banê, hejmara mirina bi şik ya jinên Kurd li îsal de bi 10 kes gihîşt.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa ; keçik bi nava Enîse Zemanî, 13 salî, ji xelkêşarê Banê, bi rewşik bi şik, canê xwe ji dest da.

Ev keça 13 salî, ku li mala zirbabê xwede bûye, saet 2ê nîvêşevê ya Şemiya borî, 26 April 2014, raguhastiyê nexweşxana Selaheddîn ê Eyyûbî li şarê banê bibûû paşî gihîştin bi nexweşxane, canê xwe ji dest dabû.

Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; perestar û Mama yên nexweşxana Selaheddîn ê Eyyûbî ragihandibûn; ev keça li sedem desdirêjiya sexî, canê xwe ji dest daye û cêûşûna vê ser bedena vê xûya bûn.

Ew serekanî eşkere kir ku, mirina Enîsa 13 salî, ji aliyê duxtorê? Dadweriyê , serpoş kirine û mirina vê li sedem enfariktûsa(Sekte,Celte) dil anîne hisêb, ev gotina duxtorê dadweriyê li rewşik deye ku vê keçêçi nexweşiyik dil li pêşde çinebye.

Ji aliyik din de û gorekî raportên ku bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa gihîştine, li rojên borî de jinik 24 salî ji xelkêşarê Rebet, li sedem pisgirêkên komelîn, hewla kuştina wê dabûn.

Bi gotina serekaniyik agadar, Niştiman Rehman Zadê, 24 salî ji xelkêşarê Rebet, ku tev Kurik evîndarê xwe reviyê, ji aliyê birayê xwede bi derba gulle hatiye birîndar kirinê.

Serekaniyê ew jî got ku; wê jinê 4 gulle bi zik û ranê vê ketine û paşî birayên vê dest û zenda vê bi çeqûyan bi dujwarî birîndar kirine.

Ew jî got ku li vê qewimiyê de kurê evîdarê vê jinê, ji xelkêşarê Banê bûye, gulleyik lêketiye û keç jî paşî 6 roj man li nexweşxana şarê Banê, çoye mala vî kurî.