Bandora gireva birçîbûnê li girtîgeha Urmiyê ser zîndanên din ên Îranê

20:21 - 30 Çirriya paşîn 2014
Ajana Kurdpa: Di demekê de ku gireva birsîbona girtiyên siyasî li girtîgeha bajarê Urmiye a Rojhelatê Kurdistanê di roja xwe ya 11’emîn de ye, hêzên (garda teybet) ên hikûmeta Îranê xwe amadeyî êrîşan di nava girtîgehê, nemaze benda 12an de kirin e.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro Yekşemî 30’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, 11 roj ser gireva birçîbûna 29 girtyên siyasî ên Kurd li girtîgeha Urmiyê re derbas dibin ku bi armanca cihê kirina benda wan li bendên giştî û cezayên giran ên girtîgehê, dest bi gireva birçîbûnê dane.

Hevdem li gel vê yekê hejmarek ji girtiyên bajarê Sine ragihandine ku di egera bersiv nedana karbidestên hikûmeta Îranê bi xwastekên girtiyên siyasî ên Urmiyê, ew jî ê bikevin gireva birsîbûnê de.

Herwisa 20 çalakvanê siyasî li zîndana navendî a Zahîdanê, bi nivîsîna nameyekî bi navenda parêzerên mafên mirovan, ji gitiyên siyasî ên ku li Urmiyê ketine gireva birsîbûnê, piştevanî kirin.

Li bajarê Urmiyê ji, hêzên garda Taybert bi batom û gazên firmêsk rêj hember bena 12an a girtîgehê xwe amadeyî êrîşê bi ser girtiyan de kirine.

Jêdereke agah li girtîgeha Urmiyê bi peymnêrê Kurdpa re ragihand: Mensûr Arwend yeke ji wan kesane ku ketiye gireva birsîbûnê de lê bi sedema çavpêkeftina wî ligel malbata xwe, bi girtîgeha navendî a Mehabade hat veguhastin.
Bi gotina wê çavkaniya agah, hêzên garda taybet li ber derê zîndanê sekinîne û girtiyên siyasî ên ku bo çav pêketina naskiriyên xwe derdikevin, bi awayekî yekser rût û bê şermane vekolîn û lêgerînê ji wan dikin.

Jêdera han di dirêjeya axaftina xwe de amaje bi vê yekê jî kir ku hêzên garda teybet ên hikûmeta Îranê, piştî bi dawî hatina çavpêketinan (milaqatan), çûn nav benda 12 an a gitîgehê û telefon qut kirin, derê bendê girêdan û îlan kirin:“Divê Mihemed Ebdullahî bi pişka cezayên taybet bê veguhastin”lê zîndaniyên siyasî hember garda taybet helwest girtin û ev yek nepejirandin.

Heyamê 11 rojane ku girtiyên siyasî ên bi navên Elî Efşarî, Ceifer Efşarî, Welî Efşarî, Hebîb Efşarî, Mensûr Arwend, Kêyhan Derwîşî, Şêrko Hesen Pûr, Mihemed Ebdullahî, Xizir Resûlî Rad, Saman Nesîm, Emîr Meladûst, Sîrwan Nejawî, Ceifer Mîrzayî, Îbrahîm Rizapor, Mihemed Ebdulbext, Ebdullah Esxerî, Erefat Esxerî, Ebdulrehman Sulêman, Seyîd Samî Hûsênî, Ebdullah Hemûdî, Ehmed Temûyî, Osman Mustefa Pûr, Bêhrûz Alxanî, Mustefa Elrehman, Yusif Kakemî, Seyîd Cemal Mihemedî, Elîriza Resûlî, Şoriş Efşarî û Mustefa Dawûdî, li girtîgeha navendî a Urmiyê ketin e gireva birsî bûnê de lê berpirsên hikûmeta Îranê tu bersivekn nedane wan.

Pêştir jî li havîna ev sal, 48 girtiyên ewlekarî ên benda 350 a girtîgeha Evîn ku piraniya wan girtiyên olî (mezhebî) bûn, bi benda7a vê girtîgehê (benda tawanên malî) hatibûn veguhastin.