Balyuzê Îranê li Komara Azerbaycanê :Gola Urmiyê hişk nebûye !

15:11 - 1 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: balyuzê Îranê Mohsên Pakayin li Komara Azerbaycanê li ser rewşa gola Urmiyê daxuyanî da.

Navbirî li ser vê yekê ku li medya Azerbaycanê bas ji linavçûna gola Urmiyê hatiye kirin,qisekir û got: Dewleta Îranê di hewlê deye ku pêş bi linavçûna gola Urmiyê bigire.

Pakayin li ser rewşa gola Urmiyê û basê zuha bûnê got: Hemû nûçe û agahiyên ku tên bilav kirin rastinin û niha 19 çem dirêjin nawa gulê de û gola Urmiyê netine hişik nebûye di rewşekî here baş deye .
Navbirî di parek din a qisedana xwe de ,sedemên kêmbûna ava gola Urmiyê bo nebarîna baranê û germiya erdî di heyamê 25salên bihurî de wegerand û nûçeya çûlbaûna 100 gundên derdûra gola Urmiyê bi nerast da zanîn û got ev gundên çûlbûyî yên herêma Makoyê ne ku seva lehî û lêmiştê hatine çûl kirin.

Balyuzê Îranê li dirêjahiya qisedanên xwe de îşare bi vê yekê kir ku dewlata Îranê jibo pêşgirtin ji linavçûna gola Urmiyê gelek pîlan hene û her seva vê yekê çêkirina Bendavan sekinadiye û li ser birina avê li çemên din jibo gola Urmiyê dixebite.

Gola Urmiyê bi rûberê 6 hezar kîlometirên çargoşe (50 hezar hiktaran), gola herî mezin a Îranê û duyemîn gola sûr a cîhanê, xemla Kurdistanê û bûka Urmiyê ye ku xwediyê gelek taybetmendiyan e. Ew gol bi 102 giravan ku hemû jî ji aliyê Rêxistina unsco ve weke mîratê surûştî ên cîhanê hatine nasîn, bûye bi şacuwana deryayan û têde çendîn corên teyr û teval, candar û kirmika herî giran û binav û deng ya Artimya dijîn. 
gola Urmiyê ku yek ji mîratên herî kevnar, bedev û dîrokî yên Kurdistan û Îranê ye, niha li rewşek pir kirîz de dijî û nefesên dawîn ên xwe hildikişîne. Anku demên xatirxwastina wê hatiye! malawayiyek ku li derveyî îrade û xwasta qeder û çarenivîsê ye. Bi giştî niha sedemên destçêkirî( mirovî) û xwezayî dest dane hev heya ku em bibin şahidê vê bûyera tirajidîk û rijyana çirayê bextê stêrak û nigîna bedev a Kurdistan û Îranê heya çend salên din.

Hişikbûna gola Urmiyê dê ekosîstema deverên derdorê jî tevlîhev û têk bide û seqa û atmosfera hênik û nerm a deverê wê bi seqayek germ û hişk tevî ba û bahoza xwê biguherîne. Bi baldan bi aliyên cur bi cure wê tehlûkeyê, gefek netewî û cîhanî li rojevê de ye. Wate ne tenê jîngeha Îranê, belkî ya gelek welatên cîran weke Ermenistan, Komara Azerbaycan, Îraq, Turkiye û ...htd jî digre û dibe sedema koçbarbûna bi milyonan kesan û xetera tûşbûna bi Penceşêr û nesaxiyên din zêde bike.