Bajarê Şinoyê hatiye milîtarîzekirin

18:17 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2021

Hevdem digel 32`emîn salvegera terora Dr. “Ebdurhman Qasimlo” û hevalên wî li bajarê Viyenê, bajarê Şinoyê hate milîtarîze kirin.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Kurdpa”yê li bajarê Şinoyê, hêzên leşkerî û ewlehî yên hikûmeta Îranê di bajarê Şino û deverên wî bajarî de cihgîr bûne û hatûçûya welatiyan kontrol dikin.

Di derheq wê raporê de, Nûçegihanê “Kurdpa”yê ragihandiye: “Hêzên Spaha Pasdaran di piraniya  gundên ser bi bajarê Şinoyê cihgîr bûne û cihên lêkolînê danîne.

Di 22`ê Pûşpera sala 1368an de, Dr. “Ebdurehman Qasimlo” digel “Ebdula Qadirîazer” û Dr. “Fazil Resûl” li ser masê danûstandinê digel nûnerên hikûmeta Îslamiya Îranê bona çareserkirina aştiyaneya pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di bajarê “Viyen” Paytexta welatê Otirîşê, hatine teror kirin.