Bajarê Sine hat mîlîtarîze kirin

15:35 - 28 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî rizagarkirina Kobanê, hemwelatiyên bajarê Sine li rojhilatê kurdistanê (bi armanca şahî û gerandina guwendê) rijiyan ser şeqaman, lê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê xwe ber vê yekê ranegirtin û bajar mîlîtarîze kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tirsa hikûmeta Îranê li xwepêşandanê pîrozbahiya Kobanê li rojhilatê Kurdistanê û bajarê Sine bû sebeb dakû ew bajar ji aliyê hêzên leşkerî ve bê dorpêçkirin.

Peyamnêrê kurdpa li Sine a rojhilatê kurdistanê ragihand: Hêzên leşkerî û ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, hemû kolan û şeqamên bajarê Sine xistine bin kontirola xwe û li ser her kolanekî 2 memûr bicih kirin.

Ber bi êvara roja duşemî (26/1/2015) Kobanê piştî 133 rojan berxwedaneke bêhempa ya şerwanên YPG- YPJ – pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û herwiha alîkariya balafirên Koalasiyon (bi serokatiya Amerîkayê), ji çekdarên rêxistina DAÎŞ’ê hat rizgar kirin.

Piştî belavbûna nûçeya rizgarkirina Kobanê li medya û rojnameyên Kurdistan û cîhanê, şahî û guwend li bajarên cihê reng ên Kurdistanê hat gerandin ku Sine jî yek ji wan bajarane bû.