Bajarê Sinê bûye Ceblxane

12:32 - 14 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Heyamê çend rojane ku hêzekî zaf a nizamî û ewlehî li piraniya kolan û cihên giştî yên bajarê Sinê cêhgir kirine.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, hêzên nizamî û Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li nav bajarê Sinê de her cûre civînek xelkê ku pitir ji 3’ê kesan be bilav dikin.

Nûçegihanê kurdpa,ê li bajarê Sinê ragehand: Kesên ku alavên taybetî yên koleçarşemiyê difiroşin,destbiser û tên girtin.

Hebûna wan hêzane boye cihê dilgiranî û perîşaniya welatiyan û rewşa han li berebera Newrozê de xelk tûşî kêşe û pirsgirêkan kiriye.

Hemû salê li dema nêzîk bûn bi cêjna Newrozê hejimarek berçav ji xelkê Kurd ji aliyê hêzên Întizamî yên dewleta Îranê tên girtin û heta dawiya bêhen wedana Newrozê bi çi awayekî nahên azad kirin.

Heta dema bilav bûna nûçeyê,hêzên dewletê di nav bajarê Sinê de bilav bûne û bajar rengek Leşkerî bi xwe girtiye.