Bajarê me bû mala pêşû û kêzikan!

15:23 - 21 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek rojnamevan, çalakvanên çandî (ferhengî) û şêniyên bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li pêşberî şaredariya wî bajarî de kom bûn. Çalakvanan nerazîbûna xwe li hember xemsarî û guhnedana Şaredariya Sine ji êrîşa bikom ya Pêşû, Mêş û kêzikên pêveder dabûn xuyandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh danê sibehê (20`ê gulanê) hejmarek çalakvanên jîngehparêzî, mafên mirov û rojnamevan li ber deriyê şaredariya bajarê Sine kom bûn û daxwaza peydakirina rêçareyek lezgîn li dijî êrîşa Mêş, Pêşû û kêzikên pêveder kirin.

Herwiha çavkaniyek haydar li Sine ji nûçegihanê Kurdpa re ragihanid: şêniyên wî bajarî, şaredariyê bi berpirsiyarê sereke yê peydabûna wan kêzikan dizanin; ji ber ku di dema xwe de karê jehr reşandina daristanan encam nedaye û nisbet bi çêkirina cihên wekî park û şînahiyên bajar de xemsarî kiriye.

Îclal Qewamî, çalakvanê mafên mirovan li vê derheqê de ji ajansa Kurdpa re ragihand: “Şaredar û berpirsên şaredariya Sine, şûna çareserkirina pirsgirêkên hemwelatiyan û daxwazên neraziyan, hêzên leşkerî ji bo kontirol û tepeser kirina neraziyan bo cihê kombûnê şandin”.

Yek ji nerazîbûyan jî li vê derbareyê de ji nûçegihanê Kurdpa re daye zanîn ku meimûrên şaredariyê liv û tevgerek gelek tund û kirêt bi hemwelatiyên nerazî re nîşan dan.

Nêzî du mehane ku bajarê Sine bi sedema jihrawî nekirian ser wex ya dar û baxçeyan (ji aliyê şaredariyê ve), li gel êrîşa pêşû û mêşên pêveder re, rû bi rû bûye.

Şêniyên bajarê Sine ku tu rêçareyek li hember wê êrîşa pêşû û kêzikên pêveder de nabînin, bi neçarî bi agirpêxistina kaxiz, karton û tiştên ku dûkel jê çêdibe, wan kêzikan bi awayekî demkî ji xwe dûr dixin.

Hemwelatiyan bi hilgitrtina pilakartên li ser nivîsî ”Bajarê me ne mala me ye , ew mala pêşûyan e” û “Şaredarî teslîmî pêşûyan bû” nerazî bûna xwe nîşan dabûn.