Bajarê Ciwanroyê,bajarê herî hejar yê parêzgeha Kirmaşanê/Wêne

14:30 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Kêmtirxemiya aliyên pêywendîdar li derheq nebûna pirojeyên xizmetguzariyê li bajarê Ciwanroyê, serbarî vê yekê ku rûyek nexweş bi wî bajarî daye, bûye sebebê dilgiranî û nîgeraniya welatiyan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa û bi gotina çavknaiyek haydar,sala 2003’an 300’milyon tûmen budce li parka “Sarewan”de hatiye xerc kirin, lê seva pêranegihîştinê û kêmtir xemiya Îdareya Şarewanî û encumena Şivra bajar, parka han bi niwîşkan maye û xelk nikare mifahê jê bistîne.

Çavknaiyê basê parka “Helaniye”ya bajarê Ciwanroyê jî kir û got,berê welatiyên wî bajarî bo derbas kirina demeke xweş serdana wê parkê dikirin, lê seva neberpirsayetiya aliyên pêywendîdar niha wek xirabeyek lêhatiye û niha bûye cihê kesên tûşbuyî bi madyên hişber !

Ji aliyek din geraca “Selasî Bawecanî”li bajarê Ciwanroyê heya niha çi xizmetguzariyek pêwîst bo nehatiye dabîn kirin û bi gotina welatiyên bajarê Ciwanroyê, pirsgirêka han heyamê çendîn salane ku berdewame û serbarî serdan û lêpirsîna xelkê, aliyên pêywendîdar bi heceta kêmbûna budcê, kêşe û pirsgirêkên welatiyan çareser nakin.

Her wek welatiyên bajarê Ciwanroyê basê nebûna pirojeyên xizmetguzariyê li bajarê xwe dikin,bajarê han bi tewahî ji aliyê berpirsyaran hatiye jibîr kirin û dom kirina vê rewşê bûye sebeb ku welatiyên wî bajarî bi neçarî jibo bajarên dinê yê parêzgeha Kirmaşanê û Îranê diçin.
\"13962.jpg\"

\"13963.jpg\"

\"13960.jpg\"

\"13961.jpg\"