Bahoza Teyrukê li Herêma Urmiyê

15:14 - 21 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Barîn û bahoza Teyrukê li herêma Urmiyê zerer û ziyanek berçav li pezdar û werzêrên herêma Urmiyê gihand û pitir ji 3000 hektar ji zeviyên werzêran zerer û ziyanek bixwe dîtine.

Seva domkirina barîna baran û teyrukê li parêzgeha Urmiyê, heya niha zirarên vê nehatine mezinde kirin, lê karbidest û raydarên werzêriya parêzgehê dane xuya kirin, ku tê texmîn kirin ku roja Sêşemiyê zerer û ziyanên vê bihên ragehandin.

ji aliyek din nebûna pir û averûyan bo derbas bûna ava baranê li ser cadeyan,bûye sebebê zerera werzêran û ev yek li demekê deye ku erdên han yek ji çavkaniyê girîng yên herêmê tên hesibandin.
Welatiyek Kurd li Urmiyê ragehand: Hemû sale barîna teyruk û barana zaf li herêma Kurdistana Îranê zererek berçav ji werzêr û pezdarên herêmê dide û jibo pêşgirtin bi wan bûyeran pêdiviye ku ji aliyê karbidestan û bi taybet navenda mudîriyet a bûyerên çavirvan nekirî pêngavên hevce bihên hilgirtin ku pêş bi zerer û ziyana xelkê bigirin.
\"12816.jpg\"

\"12819.jpg\"

\"12820.jpg\"

\"12821.jpg\"

\"12818.jpg\"

\"12815.jpg\"

\"12823.jpg\"

\"12822.jpg\"

\"12817.jpg\"