Azadnekirina girtiyeke siyasî yê kurd

21:09 - 14 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Komîsyona lêborînê a bajarê Tehranê, li ser daxwaza komîsyona lêborîna bajarê Yezdê, ji ber azadkirina girtiyeke siyasî yê kurd, nerazîbûyîna xwe anî ziman.

Li gor nûçeyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, di sala derbazbûyî de komîsyona lêborîna parêzgeha Yezdê, destûra lêborên ji bo Welî Dirûdî girtiyê siyasî yê kurd dabû, lê belê piştre komîsyona lêborîna Tehranê ev destûr red kiriye.

\"29164.jpg\"
Welî Dirûdî
Welî Dirûdî, ev 20 sal in di girtîgehê de ye, û navbirî 10 sal di girtîgeha Dîzilawaya Kirmaşanê de maye, û ev 9 Sal in jî di girtîgeha Yezdê de dimîne, ev tenê du car in ku destûr ji bo dîtina malbatê dane wî.

Ev girtiyê siyasî yê kurd,bi tawana alîkarîkirin digel yek jî partiyên kurd yên opozisiyona Îranê, sizaya hepsa ebed jê re hatiye birîn.

Welî Dirûdî xelkê gundê “çirûsane”a ser bi bajarê Kamyaranê ye, û di sala 1995’an de, ji aliyê navenda ewlehiya hikûmeta Îslamî a Îranê ve, di parêzgeha Kirmanşanê de hatibû binçavkirin.