Azadkirina Kobanê Îran tirsand/ Merîwan jî hat leşkerîkirin

20:04 - 28 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Welatê Îranê bi xistina zext û givaşan li ser welatiyan (bi awayekî dîktatorane) hebûna xwe diparêze, ji bervê yekê biçûktirîn tevger û livandinên bi kom û siyasî qaşo xwe dibîne û ters li ser hebûna xwe ferz dike. Seba cejnên azadkirina Kobanê, Merîwan jî Militarîze bû.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, piştî rizgarkirina Kobanê, çalakiyên pîrozbahiyê ji bajrên Sine, Merîwan û çend bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê bireve çûn ku vê yekê militarîzekirina du bajarên Sine û Meraîwanê bi pey xwe hişt.

Peyamnêrê Kurdpa li merîwana rojhilatê Kurdistanê ragihand: Biryar hatibû dayîn şeva borî (27/ 1/ 2015) cejna serkeftina Kobanê li Merîwanê bê lidarxistin, lê hêzên leşkrî û ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ber vê yekê bûn asteng û bajar bi leşkeran pêçandin.

Peyamnêrê Kurdpa di berdewamiya axaftina xwe de ev yeka je piştrast kir ku hêzên bi kincên şexsî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, lêgerîn ji welatiyan kirin û ji wan xwestin nanameya xwe bidin eşkere kirin ku vê yekê pevçûn navbera şêniyên bajêr û hêzên leşkerî de anî holê.

Encama pevçûnên navbera hêzên leşkerî û welatiyan li bajarê Merîwanê, binçavkirina kesekî bi navê Celal Xîşkar (29 salî), bi pey xwe anî.

Tê gotin hemwelatiyan bi hilkirina çirayên tirombêlan û gerandina gowendê kêfxweşiya xwe nîşan dan.

Hêjayê gotinê ye hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, tevahiya bajarê Merîwanê xistine bin kontirola xwe û rênadin tu kes hatiin û çûyîna bi armancên kêfxweşiyê bide meşandin. Memûrên hikûmî heya hember kombûna du sê kesan jî betrtekê nîşan didin.