Asta tîcareta derve a Îranê berdewam ber bi kêmbûnê ve diçe

20:56 - 25 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Di 11 mehên Îsal de, asta tîcareta Îranê digel derve, xeyrî Petrolê ji sedî 17 kêm kiriye, û herwiha asta anîna hundir jî ji sedî 24 kêm kiriye.

Nûçegîhaniya Mêhr a ser bi hikûmetê ji zarê berpirsê gumrika Îranê belav kiriye, ku asta tîcareta welatan digel Îranê di 11 mehên derbazbûyî de giheştiye 75 milyar û 835 milyon Dolarî, ku ev rêjeiya li çav 11 mehên sala borî de, nîşan dide ku asta tîcareta Îranê digel derve ber bi kêmbûnê ve diçe.

Ev kelopelên ku Îranê bo hundir anîne, bi wî awayî ne, Genim, Paqle, Birinc û herwiha kelûpelên Tiromobîlan, ku li welatên weke Çîn, Îmarat, Koreya Başûr, Tirkiye û Swêdê anîne hundir.

Herwiha hin kelûpel ji bo welatên Îraq, Efxanîstan û Hindê şandine.
Ji aliyekî din ve rojnameya “Camê Cem” di raporekî de bas ji vêdebirina “Yarane” ya texên kêm dahat li Îranê de kiriye, û herwiha ji zarê karnasekî aborî ve belav kiriye ku berpirsên Îranê tu mikanîzmekê, bo vê piroseyê nînin, û bi awayekî naşiyane û nezanane, “Yaranê” li ser hevwelatiyan de dibirin.

Yek ji pirsgirêkên serekî yên aborî ya Îranê bi nêrînên karnasan gendeliya (dizî) sîstimatîk e, ku di nav dilê dewlet û Hikûmeta Îslamî a Îranê de ye. Her di vê derbarê de, serokê Partiya “Itihadê Milet” ji rojnameya “Cîhana Êqtêsad”re gotiye: Eva ku dibe bê birîn, Yarane nînin, ku xelkê hewcehî pê heye, belku dibe gendelî (dizî) bê binbirkirin.

Ev nûçane di demekî de belav dibin ku biriyar e sibê du hilbijartin di Îranê de bi rê ve herin, û di heyama çend hefteyên derbazbûyî de, berpirs û karbidestên Hikûmeta Îranê bi dana sozên cur bi cur hewl didin ku xelkê bikêşînine bo ser sandiqên dengdanê.