Artîstên Mihabadî piştgirî ji zarokên tûşbûyî bi nexweşiya Kanser dikin

16:54 - 14 Nîsan 2014
Ajansa Kurdpa: hejmarik ji artîstên Kurd yên ji xelkê şarê Mihabad, bo piştgirî ji nexweşên kanser, seqetên bedenî û mejî û yên bêkes, foarik vekirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; 30 artîstên Mihabadî, berhemên xwe yên ji aliyê neqqaşî, girafik, berhemên bi dest çêkirî û civannivîsiyê de li salona Wehdet li şarewaniya Mihabadê de vekirin ku pişkik ji dexlê(Dahat)ê bo zarokên tûş bûyî bi nexweşiyên taybet tê danîn.

Ev foara ku bi navê Yad(Bîr), hatiye vekirin, 500 berhemên art yên ew 30 artîstên Kurd yên ji xelkê Mihabadê li xwede cî daye.

Foara Yad(bîr) ku li roja Yekşem, 24ê Xakelêwe,13ê Nîsan(13 April2014) de hatibû vekirin, şemaya kesayetî û artîstên Kurdan, fotoyên xweza, tîştên civankariya nawa malan, curên kincên jin û mêrên Kurd, bi forma tablo, xistine ber çavê welatiyan û bi midê 2 heftiyan li 2 şîftên sibêzû û paşnîro, yê vekirîbe.

Tê gotin, pişkik ji dexla firotina tiştan û yênbi dest çêkirî yên vê foarê, bo civîna piştgirî ji zarokên tûşbûyî bi kanser, seqetên bedenî û mejî û yên bêkes yên li şarê Mihabadê yê bê xerc kirin.

Berpirsê for a Yad(bîr) ragihandiye ku; ev for a bi amanca şan dan bi kultûr, deb û resmên civanên wî xelkên dewerê û piştgirî ji zarokên nuxsan(seqet) û bêkesên vî şarî hatiye vekirinê.
\"19321.jpg\"

\"19322.jpg\"

\"19320.jpg\"

\"19318.jpg\"

\"19317.jpg\"

\"19323.jpg\"

\"19319.jpg\"

\"19328.jpg\"

\"19329.jpg\"

\"19324.jpg\"

\"19326.jpg\"

\"19325.jpg\"