Artêşa Tirkiyeyê navçeya Sîdekan da ber bombeyan

15:39 - 24 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: firokên cengî yên Artêşa Tirkiyê dest bi bombebarankirina deverên sînorî Herêma Kurdistanê kirin.

Rêveberê nahiya Sîdekan Mihemed Ismaîl bo malpera Xendan ragihand ku, beriya nîv demjimêrê 5 firokên cengî yên Turkiyê hatin nav esmanê Herêma Kurdistanê.

Mihemed Ismaîl got: Ji wê demê ve firokên cengî yên Turkiyê gundên devera Xakûrk û gundê Gelî Reş û Lalan û derdora gundê Bermîze bombebaran dikin.

Amaje bi wê yekê kir ku, heya niha ziyaneke canî çê nebûye û ziyanên madî jî hîna nayê zanîn.

Heya amadekirina vê nûçeyê firokên cengî yên Turkiye di bombebarankirina wan deveran de berdewam in.