artêşa Îraqê ji herêmên qetyayî ji Kurdistanî paşve dikêşin

14:33 - 1 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: berdevkê Lijneya ewlehî û berevaniyê li parlemana Îraqê ragehand, hin baregehên leşkerî yên ser bi artêşa Îraqê ji navçeyên Kurdistanî derveyî Herêmê vedikşên û vedigerin bo cihên xwe.

Biryara han li ser bingeha rêkeftinekêye ku di rojên pêşde de di navbera hêzên Îraqê û pêşmergeyan de dê were cî bi cî kirin. Qasim Erecî ragihand ku, dê mîkanîzmek hevpar di navbera pêşmerge û hêzên Îraqê dûr ji fermandeya Dîclê, bo rêveberiyê herêmên veqetyayî were cî bi cî kirin û got: “Dê hemû alozî di vê derbarê de li gor desturê bêne çareserkirin.” Li gori daxuyaniya tora ragihandina Îraqî Erecî got: Hejmarek ji baregehên leşkerî yên ser bi hêzên federal yên li herêmên veqetyayî bûn, vegeriyan cihên xwe yên berê û wê hemû hêzên din jî piştî rêkeftinê werin vekişandin.