“Arman Esedî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

16:32 - 27 Çirriya pêşîn 2021

Roja Çarşemî 5`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Arman Esedî” xelkê bajarê Dîwandere, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Şehramfer a bajarê Sineyê, hate azaddkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya 50 milyon Tumenî, bi awayekî demkî heya bi dawîhatina dadgehîkirinê ji girtîgehê hate azadkirin.

Tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê”, hatiye ragihandin

 “Arman Esedî” li heyam binçavkirinê de li “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatibû bêparkirin.

Roja Yekşemî 4`ê Rezberê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiye li cihê karê wî de binçavkiribûn û navbirî bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehî ya Şehramfer a bajarê Sineyê veguhastibûn.