Areş Gencî bi 11 sal girtîgehê hate cezadan

18:02 - 31 Kanûna pêşîn 2020

Roja Şemî 10ê Befranbarê, “Argeş Gencî”, wergêr, nivîser û endamê kanûna nivîserên Îranê, ji aliyê taya 28 a dadgeha şoreş ya bajarê Tehranê bi serokayetiya dadwer “Emûzade”, bi 11 sal girtîgeha teizîrî hate cezadan.

Taya 28 a dadgeha şoreş ew wergêrê Îranî bi tohmeta “kombûn û tebanî bi mebesta hewldan bo têkdana ewlehiya netewî” bi 5 sal û bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi 1 sal û herwisa bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji girûpên dijî nizamê” bi 5 sal û giştî bi 11 sal girtîgeha teizîrî hate cezadan.

“Nasir Zerefşan”, parêzerê “Areş Gencî” li vê derheqê ragihandiye: Hemû ew tohmetane, dijî wî endamê kanûna nivîserên Îranê ye, ew wergêrê pirtûkekê bûye a bi navê “kilîleke çûk deriyekî mezin” ku li derheq bûyerên Rojavayê Kurdistanê”.

Ew cezaye roja Sêşemî 9ê Befranbarê, bi “Nasir Zerefşan” parêzerê wî wergêrî re hatibû ragihandin.

“Areş Gencî” roja Yekşemî 1ê Befranbara sala 1398an, piştî êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala navbirî hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Wezareta Îtilaatê li benda 9 a girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin.