Ampûl ya bi şaşî canê jinik Kurd li Selmasê de jê sitand

21:38 - 26 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: Jinik ji xelkê yekik ji gundên dewera şarê Selmas li parêzgeha Azerbaycana rojava, li sedem lêdana ampûla şaş, canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şaşiya duxtoriyê li senterên midîkal(pizişkî) bi lêdana ampûl bi welatiya Kurd bi navê Corciya Etmanî, keça Fetila, mirina vê bi dî xwe anî.
Ev jin ji xelkê gundê Sole li Selmase.

Bi gotina serekaniyik agadar; ev jine Kurd, dema dujwar bûna rewşa tendurustiyê bi yekik ji senterên midîkal ya selmasê hatibû raguhastin.

Serekeniyê ew jî got: Kadr dermanî yê nexweşxanê paşî hindê ku bi şaşî ampûlê lêdide, rewşa tendurustiya Corciya dujwartir dibe û kesên nêzî vê dixwazin vê bi nexweşxanê li Ormiyê bê raguhastin, lê duxtorê vê tev xwesta wan dijatî dike.

Tê gotin, ev jin paşî çend saet man li nexweşxana şarê Selmas, bi hegera kêmasiya komforên duxtoriyê û dujwartir bûna rewşa tendurustiyê, canê xwe ji dest dide.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; li midê sala borî de, 4 jin û keçên Kurd li sedem şaşiya duxtoriyê, canê xwe ji dest dane û 3 jin jî tûşî birîna endamên xwe bûne.

Statîstîkik serast ji hejmara mirin li sedem şaşiyên duxtoriyê li Îranê de çinine, lê bispor, ew kêmasiya kesan, mandî bûn ji karê zêde, kêmasiya zanista midîkal û her wisa hejmara zêdeya nexweşan, bi giringtirîn heger bo şaşiyên duxtoriyê dihesibînin.