“Amnesty Înternateional: Îran zortirîn welatê îdamker li cîhanê ye

15:53 - 3 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Navendeke navneteweyî ya mafên mirovan- “Amnesty Înternateional,” hikûmeta Îslamiya Îranê bi veşartina hukmê darvekirinan tawanbar kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Saziya Zindanan û Rêxistinên Girêdayî bi Dezgehên Qezayî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, li sala borî herî kêm 743 kes daliqandibûn ku ji wan tenê 298 halet di ragihandinên hikûmtê de behsa wan hatiye kirin.

Ew raporta Saziya Efûya Navneteweyî, çarşemiya borî (1 nîsana 2015’an ) belav kiribû û bi wî awayî amaje bi îdam kirinan li welatê Îranê de kirbû:Birê vebirina hukmê îdaman bo tirsandin û afirandina atmosfereke tirs û wehşetê, bê bandore û tu kes ê bi wijdan wê şêweya hizir kirinê napejirîn e.

Piştî Îranê , Siûdî Erebistan, bi herî kêm 90 îdam , Îraq 61 û Amerîka jî bi 35 haletên darvekirinan, di rîzên dûretir de bi cih dibin.

Di beşek din di vê raportê de ku bi gotina welatên Îran û Îraqê, bo berevanî kirin ji terorê ew hukmê îdaman bi rêve dibin de hatiye: Bila şerm û fedî bikin ew welatên ku îdam kirinan wek alaveke berevanî kirin ji terorê bikar tînin.

Saziya Efûya Navneteweyî, hejmara îdamkirinan li seranserê cîhanê bo sala 2014’an, 2466 halet ragihjandibû ku gor salên borî 541 halet zêde bûn bi xwe girtiye.
Bi sedema veşartinên dewleta Çîn, hejmara darvekirinan li wî welatî li sala 2014’an cihê şik û gumanan e, ji ber vê di raporta Lêborîna Navneteweyî de îşare bi vê nehatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye, di raporta erênî ya Efûya Navneteweyî de ev yek jî hatiye gotin: Di 20 salên borî de hejmara welatên ku darvekirin tê de birê ve diçû ji 41 welatan bi 22 ‘an hatiye kêm kirin.