Amediyan Komkujiya Helepçê bîranîn

13:36 - 18 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Kurdên Kurdistana Turkiyê şehîd û can goriyên Komkujiya Helbçê bîranîn.

 Çalakiya han ji aliyê Platforma Halepçeyê hat lidar xistin. Rûniştiyên Amedê di çalakiyê de bi meşan, komkujiya mezin ku li deheq gelê Kurd de birêveçû mehkûm kirin.

Li taxê Yenîşehîr a Amedê gelek kes ji bo çalakîya komkujiya halepçeyê  kom bûn. Di çalakiyê de çalakvan kifin li xwe kirin û wêneyên şehîdên Helbçê hilgirtin.

Di meşê de  Komek ji parlamenterên BDPê Emine Ayna jî di nav de hebû.

Meş, piştî sînevîzyonê beşdarî stranaên kurdî bûn. Piştre gelê Amedê jibo bîranina şehîdên Helbçê mum vexistin û rêz ji cangori û şehîdên Helbçê girtin.