AMED MÊVANDARÊ FÎLMÊN EWRÛPÎ YE

13:20 - 10 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya bernameya Rojên Fîlman a Yekitiya Ewropayê de ji fîlmên 9 welatên endamên YE’yê re mêvandariyê dike.

Di çarçoveya Roja Çandê ya Ewropayê de bi hevkariya seferatxaneya welatên endamên Yekitiya Ewropayê, Awustralya, Brîtandya, Fransa, Almanya, Yewnanîstan, Portekîz, Polonya û Romanyayê roja fîlman hate dest pêkirin.

Şahiya ku dê li Amed, Edene, Riha, Mêrdîn, Dîlok û Hatayê bi awayekî hevdem dest pê kir, heta 18’ê cotmehê dê bidome ku Li Amedê li Sînemaya Cep a Şaredariya Meizn 18 fîlm dê bên nîşandan.

Di vekirina Rojên Fîlman de cigirê sekreterê Şaredariya Mezin, Mustafa Yildiz axivî û got ew wekê rêveberiyên herêmî ji bo pêşveçûna çanda Kurdî di nava hewldanan de ne û di çarçoveya derfetan de weşan û berhem hene û her wisa di dome de Yildiz got: Ew piştgiriyê didin gelek fîlman û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Serokê Navenda Çanda Romen a Stenbolê Sîlvana Rachîeru got 10 sal berê li Romanyayê di sînemayê de pêleke nû hatiye dest pêkirin û got derhêneran xelatên gelek girîng girtine.