AMARA ŞEWATÊN DARISTANÊN MERÎWANÊ BELAV BÛN

21:14 - 6 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Civata Kesk a Çiya belav kir, di Havîna Îsal de 124 coreyên şewatê li daristanên Merîwan û Serw Abadê çê bûne.

Pêka rapora Kurdpa, Civata han daxuyandiye ku ev amare li Destpêka Havînê de heya 5’ê Îlonê ye.

Her wisa di rojên bihorî de daristanên gundên “Serdûş” û “Merane” jî di agir de şewitîne.

Heman Çavkaniyê ragîhand ku di Sala 2010’an de 950 coreyên Şewatê li hev hatine ku ev Yek weke 40 ji Sedî Daristanên Kurdistana Îranê bi xwe digire.

Di Sala bihorî de 140 coreyên şewatê li Merîwan û Serw Abadê çê bûne.

Amara rastîn zaftir ji viya ye lê jib o ku çavkaniyên han ji aliyê Komara Islamî vge hatine çavdêrîkirin û berteskkirin, ev amar hema jin alliyê Civata kesk a Çiya ve hatiye qeyîdandin.

Her wisa çavkaniyekî daxuyand ku Endamên wê Civatê li bin Çavdêrî de ne lewma tevî Nûçegihaniyan Got û Bêjê nakin.

Du Heftî Nameya Çiya û Malpera Civatê jî hatine daxistin.

Her wisa ji gelek şûnan jî Navendên pêwendîdar nehêlane ku xelk û Endamên Civata han agirê daristanan bitemirînin.

Civat kesk a Çiya ku Civatek ser bixwe ye, 12 Sal in ku ji aliyê hin ji çalakên Jîngehê Ên ser bi xwe ye Merîwanê ve hatiye damezirandin.