Amara agir girtina daristanên Merîwan û Sewlava gihîşte 30 haletan

13:52 - 30 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Parek berçav ji daristanên herêma Merîwanê dîsan sinava pêlê agir de şewitîn.

Li gor rapora gihîştî bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Şmiyê berwar 28’ê Hezîran, zozan û daristanên çiyayê “Qele Berd”li nêzîk gundê “Serçor” û “Çorû Nenê” bi destên kesên nenas kirî hatin şewitandin.

Yek ji endamên encumena Sewiz ya Çiya bi ajansa kurdpa ragehand,niha agirê han berdwame û endamên encumenê xebatê dikin ku agir kontrol bikin.

Welatiyên herêmê Sipaha Pasdarên Îranê bi encam dana wan kiryarane tometbar dikin û dibijin ku Sipaha dixwaze xwezaya Kurdistanê têk bide.

Her di wê derheqê de “Baba Pîrî”berpirsyarê çavkaniyên sirûştî yê parêzgeha Kurdistanê li beranemeyek Tv ya dewletî ya Îranê de bilav kiribû, li sala 2013’an de 167 haletên agir pêkevtinê li parêzgehê de tomar kirin ku 680 hiktar li daristanên herêmê linav birine.

karbidestê dewletê got ku %95’ê wan agir berdanan bi enqest û ji aliyê kesên nenaskirî tên çêkirin.

Amara çavkaniyên Sirûştî yê parêzgeha kurdistanê li demekê deye ku li gor amara encumena Sewiz ya Çiya li sala bihûrî de tenê li 2 bajarê Sewlava û Merîwanê 170’ê agir kevtin hatine tomar kirin.