Amar çend sal a girtîgeh û cezaya wan di sala 1399`an a Rojî de

18:11 - 28 Adar 2021

Di sala 1399`an de zêdetir ji 400 sal girtîgeh û 340 qamçî ceza bo 123 welatiyan li Kurdistanê hatiye ragihandin.

Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di raporeke cudakirî ya amarî de, bas ji berçavtirîn haletên binpêkirina mafê mirov di Kurdistanê de li heyama sala 1399`an, dike.

Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê, di rapora sêhem a xwe de, haletên “cezaya welatiyên ku ji aliyê dadgeha şoreş ve bi ser wan de hatiye sepandin”, dixe ber bas.  

Ew amare bi piştgirêdan bi haletên tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê tê belavkirin û belkî amara rastî, pêka vê rêjeyê zêdetir jî be.

Awayê cezayan:

Girtiyê siyasî yê mehkûm bi îdamê: Şakir Bêhrûzî 2 car bi îdamê hate cezadan

Girtiyê olî yê mehkûm bi îdamê: Mihyedîn Tazewarid

Girtîgeha te`izîrî: 344 sal û 6 roj

Girtîgeha ragirtî (Te`ilîqî): 50 sal û 3 roj

Qamçî: 340

Dûrxistin bo girtîgeha dûr ji cihê jiyanê: 1

Qedexeya çûna derveyê welat: 1

Cezaya nextî: 250 milyon Tumen

Piştrastkirina cezaya îdamê li dîwana bilind a welat: 2 halet (Mihyedîn Îbrahîmî û Heyder Qurbanî)

Tohmeta ku bi ser wan de hatiye sepandin:

Hevkarî digel yek ji Partiyên Kurdî: 72

Piropagende li dijî nizam û hewildan li dijî tenahiya netewî: 27

Beşdarîkirin li nerizayetiyên meha Xermanana sala 1396`an li ber kuştina kolberan li ber derê fermandariya bajarê Bane: 10

Çalakvanên olî û endambûn li girûpên olî: 5

Sîxurî bo dewletên dijber: 3

Dijayetîkirin digel xwedê (Meharibe): 1

Eşkerekirina belgeyên dewletî û belavkirina direw: 1 halet

Lipeykevtina sikalaya parêzgar li rojnamevanan: 1 halet

Endambûn li encûmenên dijî nizamê: 1 halet

Çalakiya beşek ji wan kesan wiha ye:

Çalakvanên medenî û ferhengî: 12 halet

Çalakvanên jîngeparêzî: 7 halet

Mamostayê zanîngehê: 1 halet

Endamê Partiya Wehdet ya Mîlî: 1 halet

Rojnamevan: 5 kes

Girtiyên siyasî di girtîgehê de digel cezaya nû rû bi rû bûne: 5 halet

Binçavkiriyên meha Xezelwerê: 4 halet

Çalakvanê mafê jinan: 1 halet

Endamê dayîkên aştî yên Kurdistanê: 1 halet

Lêkoler: 1 halet

Xwendekar: 1 kes

Çalakvanên olî: 10 kes

Çalakvanê kedkarî: 1 halet

Amadekar: Evîn Mistefazade