AMADEKIRINA MAMUSTEYÊN ZIMANÊ KURDÎ LI ALMANÊ

16:38 - 18 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Li Zanîngeha “Bonn”ê dewrek nû ji Perwerdekirina Mamusteyên Zimanê Kurdî dest pê kir.

Pêka Kurdpa, Li Zanîngeha Bonnê ya Almanê ji bo amadekirina Mamusteyên Zimanê Kurdî kursa duyemîn berdewam dike.

Organîzatorê kursê “Fewzî Dildar” daxuyand ku 22 kes tevlî kursê bûne ku 5 ji wan Jin in û got, “Pirraniya wan ji Bakur in û yên din ji Rojava ne.

Armanca hemûyan ew e ku sertîfîkaya Zanîngeha Bonnê bidestbixin û bibin mamosteyên zimanê kurdî.ˮ

di Adara 2010ê de cara yekem kurs bo mamosteyên kurdî vedibe. Dildar wiha axivî: “Di destpêkê de 22 kes hebûn û demeke şûnde 2 kes xwe paşve kişandin û 20 kes dom kirin û ev dewra Duyemîn a Fêrkariyê ye ku bi rêve dice.

Zanîngeha Bonn a Almanê ku Dahînerê 27 Hizar Xwendekaran e, yek ji Zanîngehên bi nav û denge Evrûpayê ye ku kesên weke “Karil Marks” û “Firîdrîş Nîçê” tê de Gihane pileya Xwendewariyê.