Altan Tan: Kurdên Me li Sûrîyê Dixwazin Axa Xwe Biparêzin

16:09 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Parlamenterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP)’ê ragehand: Tirkîye niha piştgirîya El Nusra dike û dixwaze tifaqa Kurdan xera bike.\"

Parlamenterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP)’ê yê Dîyarbekirê Altan Tan ji Dengê Amerîka re got “Kurdên me li Sûrîyê dixwazin cî û warê xwe biparêzin. Lê, Tirkîye niha piştgirîya El Nusra dike û dixwaze tifaqa Kurdan xera bike.\"

Birêz Tan got, polîtîkayên Tirkîyê yên derve hemî têk çûne û Enqere niha bi polîtikayên rojane tevdigere.

Sîyasetvanê Kurd destnîşan kir neha pêvajoya çareserîyê sekinîye, jiber ku hikûmetê hê tu gavek navêtîye.

Parlamenterê BDP\'ê di dewamîyê de, balê da ser girîngîya Konferansa Netewî ya ku li Hewlerê dê were lidarxistin got “Ev konferans jibo hemî Kurdan pir girîng e. Divê, Kurd bi sîyasetek baş tifaqa xwe pêk bînin.”