-Aliyên siyasî-civakî ê kîmyabarana Helebçe û Serdeştê lêkolîn saz kirin

21:24 - 7 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Yad û bîranînên zêdetir ji 5 hezar cangoriyên karesata Helebçê bi beşdariya komelek kesayetiyên Ferhengî û akadimî li Zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine bilind hate nirxandin.

Li gor raporên ku gihane Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, êvariya roja derbazbûyî di talara mewlevî a Zanîngeha Kurdistanê de, çendîn kesayetiyên zanistê û lêkolînerên siyasî derbarê bûyera kîmyabaran Helebçe û Serdeştê de axavtin kirin.

Mamostayeke zanîngeha “Bo Elî” a bajarê Hemedanê, tevî îşarekirin bi netewexwazî û Şovînîsma Ereb, ev cure dêtingeh wekî yek ji sebebên karesata Helebçê da zanîn.

Li gor gotina Setar Ezîzî heyanî reha wan bûyeran ji nav neçe, egera ducarebûnê heye, her eva bû ku demekê berî niha tawanek bi vî awayî li dijî Kurdên Îzedî di Şengalê de çêbû.

Rêûresma Zanîngeha Kurdistanê bi alîkariya navenda çand û Edebî a “Ehûra” hate lidarxistin.