Alimekî olî li Şinoyê seba dijayetî kirin ligel DAÎŞ’ê hat bangkirin

20:46 - 1 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Alimekî olî li Şinoya rojhilatê Kurdistanê, bi sedema qebûlnekirina fikra DAÎŞ’ê û agahdar kirina hemwelatiyan ji kiryarên wê rêxistina terorîstî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê ve hat gazî kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja înê 27’ê adara 2015’an, Meleyekî Kurd li Şinoya rojhilatê Kurdistanê, bi sedema axaftnên qaşoyî DAÎŞ’ê di nimêja roja înê de, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hat vexwend in.

Wê çavkaniyê eva jî bilêv kir: Heyamek beriya niha berovajî gotinên ku jor ve hatin gotin, bi plana hikûmeta Îslamiya Îranê, hejmarek kes jêr navê “Heyeta Teblîx” gor berjewendiyên DAÎŞ li mizgeftan xeberdan dikirin û bi awayekî serbest tevdigeriyan.

Nasnameya wî alimê olî ê Şinoyî ku ji aliyê ajansa Kurdpa ve hatiye parastin, bi wî hatiye gotin di egera dijayetî û tebilîx qaşoyî DAÎŞ, ew dê bê girtin.

Pêştir jî piraniya çalakvanên siyasî ên Kurd, hikûmeta Îslamiya Îranê bi destekkirina wê hikûmetê bi DAÎŞ re protesto kiribûn.