Baregehên partiyên Kurdistana Îranê û kampa penaberên siyasî bûn armanca êrişên Sipaha Pasdaran

21:59 - 28 Îlon 2022

Li dirêjahiya êrişên hêzên Sipaha Pasdarên ê Komara Îslamî a Îranê li ser baregehên partiyên Kurdistana Îranê li navçeyên sînorî di heyamê çar rojên bihorî de, îro 28ê îlonê, baregehên van partiyan û kampên penaberên siyasî li parêzgeha Silêmaniyê û bajarê Koyeyê jî bûne armanca êrişan.

Îro, 28ê îlonê, baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Koye û baregehên partiyên Komele li parêzgeha Silêmaniyê bûne armanca êrişa hêzên Sipaha Pasdaran. Her wiha kampa penaberên siyasî yên van partiyan ku malbat, jin û zarokên çalakvanên siyasî lê dijîn û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye, bûye armanca êrîşan.

Di encama van êrîşan de li ser kampa penaberên siyasî yên Koyê, hejmareke zêde birîndar bûne û tê gotin ku 2 kesan jî jiyana xwe winda kirin e. Gelek ji birîndaran zarok û xwendekarên dibistanê ne.

Her wiha baregeh û saziyên her du partiyan û ofîsên wan jî gelek ziyanên madî berketine. Tê gotin ku ev êrîş hê jî didomin.