Albuma Bedirxaniyan derket

15:19 - 24 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Albuma Bedirxaniyan ji aliyê weşanên Projeya Dezgeha Çap û Weşanxaneya Bedirxan ve hate çapkirin.

Albuma Bedirxaniyan ku hemû wêneyên ji arşîva Sînemxan Bedirxan hatiye wergirtin, ji aliyê Hemîd Ebubekir Ehmed Bedirxan ve hatiye amade kirin. Album di nav weşanên Projeya Dezgeha Çap û Weşanxaneya Bedirxan de çap û belav bû.
 
Pêşgotinên albumê ji aliyê kurê Sînemxan Bedirxan Azad Saadallah, nivîskar Konê Reş û Hemîd Ebubekir Bedirxan ve hatiye nivîsandin. Albuma Bedirxaniyan bi ruhê paqijê yekem sernivîskarên Rojnameya Kurdistan Mîqdad Mîthad Bedirxan re hatiye pêşkêş kirin.
 
Di nav albumê de herwisa li ser Rojnameya Kurdistanê kurte agahiyek hatiye dayîn û kurte jiyanameya Mîqdad Mîthad Bedirxan û Ebdurehman Bedirxan jî di nav albumê de cih girtiye.
 
(Jêder: Dengê Azad)