“ Ala Kurdistan” bi destê Çiyagerên Kurdê Xurasan û Kirmanşan li çiyayê Demawend hat bilind kirin

14:42 - 23 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: tîmik çiyagerî hatî pê ji çiyagerên Kurdê parêzgeha Xurasan û Kirmanşan bi bilintirîn çiyayê Îranê serketin.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, çend roj pêş niha çiyagerên Kurdê şarê Qûçan li parêzgeha Xurasan û çiyagerên Kurdê xelkê parêzgeha Kirmanşan bi çiyayê Demawend li parêzgeha Tehranê de serketin û “Ala Kurdistan” ser dimkê vî çiyayî bilind kirin.

Li wê tîma çiyager de 6 kes ji çiyagerê şarê Qûçan û Kirmanşan pişkdar bûn.

Çiyayê Demawend 5671m ji asta derya bilinde ku li midê çend heyvên borî de çend tîmê çiyagerên Kurd ser vî çiyayî ser ketine.

Her wisa li heyva Pûşprea îsal de tîma çiyagera”Binar” a şarê Abdanan li parêzgeha Îlam bi serokatiya” Mihemed Hehderî” ser çiyayê Demawend bi ser ketin.
\"14789.jpg\"

\"14791.jpg\"

\"14790.jpg\"

\"14807.jpg\"