Akademîya Mafên Mirovan li Dîyarbekirê Hat Vekirin

18:48 - 19 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Di çarçoveya bizavên Hefteya Mafên Mirovan de, ji alîyê Komeleya Mafên Mirovan (IHD), li Dîyarbekirê “Akademîya Mafê Mirovan” hat vekirin.

Serokê IHD’ê yê Şaxa Dîyarbekirê Racî Bilicî got “hemî berevankarên mafên mirovan hêvî dikin ku rojek were û binpêkirina mafên mirovan bi dawî be, lê mixabin binpêkirinên mafên mirovan her ku diçe zêde dibin.” Serokê Giştî yê IHD’ê Ozturk Turkdogan jî destnîşan kir, li vê akademîyê mafên zimanê dayikê jî tê de, li ser hemî mafan wê ders were dayîn. Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr jî dîyar kir ku walî, qeymeqam, şaredar, midurên emnîyetê, hemî

rêvebir divê perwerdeya mafên mirovan bibînin da ku mafên kesî binpê nekin. Serokê Akademîya Mafên Mirovan Husnu Ondul ji destnişan kir ku wan akademî jibo ku bikaribin baştir mafên mirovan biparêzin, vekir.
Çavkanî: VOA Kurdî