Akadêmiya Kurdî li Hewlêrê Qanatê Kurdo bi Bîr tine

12:48 - 12 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Piştî 27 sal ji mirina Qanatê Kurdo zanayê Kurd, Akadêmîya Kurdî a bajarê Hewlêrê di rêûresmekê de nav biri bi bîr tine.

Di pêywendiyeke Telefonî de li gel Zîad Nadir, berpirsyarê pişka ragehandinê a Akademiya Kurdî got : li rêûresma biraaninê de, filmekî dêkomêntarî li ser jîyan û xebata Qanatê Kurdo ji aliyê D.r Tosnî Reşîd û D.r Îbrahîm Mehmud dê bihê nişandan. berpirsyarê pişka ragehandinê a Akademiya Kurdî ragihand ku di rêûresma bi anina Qanatê Kurdo de ku Siaat 4ê êwariya roja çarşenbiyê, berwar 22ê Sermawez ê dê birêve biçe, pişkên cûdacûda a jîyan û xebata Qenatê Kurdo ziman zanê navdarê Kurd dê bikeve ber lêkolînê.

\"10142.jpg\"
Qanatê Kurd di yek ji gundên herêma Qars a bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Sala 1985 a 31 ê oktobirê li Lênîngradê zanyarê mezin di76 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe… Qanatê Kurdo, ji sedî zêdetir monogirafya, pirtûk û gotarên zany arî li ser ziman, zargotin, dîroka Kurdî weşand,ji 20 î zêdetir Kurdzan hazir kirin… Kurdzanekî usa nîne, ku wan salan di welatê Sovyête de hatibe hazirk irin û emekê wî evdê mezin ser nî be, tune ye