Ajanên wizareta ewlehiyê li Bokan de welatiyik Kurd girtin

19:24 - 6 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: li doma prosa girtina welatiyên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Ûranê de, hêzên ewlehiyên hukûmeta islamiya Îranê, welatiyik Kurd, ji xelkê yekik ji gundê dewera Ale Şîna Bokanê, girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Çarşem, 14ê Cozerdan( 4 June 2014), welatiyik ji xelkê gundê Rehîm Xan, li dewera Ale Şîna Bokan, bi navê, Selman Qurbanî, kurê Mîrza Simayîl, ji aliyê hêzên ewlehiyê de hate girtin.

Serekaniyik agadar, bi nûçe gihanê Kurdpa ragihand; Selman, 35 saliye û xwedî jin û babê 2 zarokane, ku roja Çarşemî li mala xwede li gundê Rehîm Xan, hate girtin.

Wê serekaniyê ew jî got: hêzên ewlehiyê, hevdem dest danîn ser hindik ji tiştên vî yên kesîn û tev xwe birine.

Heya weşana vê nûçê, çi zanîniik ser cê ragirtin û sernivîsa Selman Qurbanî de çinine, lê ajanên wizareta ewlehiyê, hegera girtina vî welatiyê Kurd, bi alîgiriya navbirî ji yekik ji partiyên Kurd yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê girêdidan.