Agirê ku li daristanên herêma Banê kevtibû nêzîk bi 40 hekitar ji daristan û zozananên herêmê linav birin

14:06 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Li heyamê 40 rojên bihûrî de pitir li 40 hekitar li daristan û zozanên herêma Banê seva agir kevtinê linavçûn.

Osman Bêhdad berpirsyarê Îdareya çavkaniyê xwezayi yên bajarê Banê bilav kir, agir li heyamê rojên 24’ê Hezîranê heya 2’ê Tîrmehê pitir li 40 hekitar ji daristan û zozanên “Seyranbend, Silêman Beg û gundên Sebetlû,Masî Der, Kerîmawa, Reşe Qela, Dole Herzen, Derga Şexan,Wîsk,Kevpêç, Tîtoran û Qurvça”li agir de şewitîne.

Berpirsyarê han bilav kir, li wî heyamî de 30 cûrê agir kevtinan li herêmê de hatine tomar kirin ku bi sedan mîlyon tûmen zerer bo welat û herêmê hebûye.

Bêhdad basê vê yekê jî kir, li heyamê 5 salên bihûrî de 279 cûrên agir kevtinan li herêm û gundên bajarê Banê de hatine tomar kirin û têde 824 hekitar li daristan û zozanên herêmê linav çûne.

Her wisa çend rojan beriya niha 3’ê hekitar lji daristan û zozanên çiyayê Arbaba li nêzîk bajarê Banê û gundê “Kerîmawa”hatin şewitandin.